UNICEF: Di nava hefteyekê de li Lubnanê 59 zarok mirin an jî birîndar bûn

Fona Alîkariya bi Zarokan re ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku li gel agirbestê jî hefteya derbasbûyî li Lubnanê herî kêm 59 zarokan jiyana xwe ji dest dan, yan jî birîndar bûn.

UNICEF'ê bi bîr xist ku îro di êrişa li ser wesayitekê de 2 zarok li gel dayika xwe jiyana xwe ji dest dan. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ji destpêka agirbestê û vir ve 23 zarokan jiyana xwe ji dest dan, 93 jî birîndar bûn.

UNICEF'ê diyar kri ku ji 2'ê Adarê û vir ve 200 zarok hatin kuştin, 806 zarok jî birîndar bûn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rojane derdora 14 zarokî jiyana xwe ji dest dan, yan jî birîndar bûn.

Dîrektorê UNICEF'ê yê Herêma Efrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn Edward Beigbeder anî ziman ku zarok li şûna kuştin an jî birîndarkirinê divê biçin dibistanê.